NEWROZ: cejn wek çalakiyê, çalakî wek cejnê

Vedat Yıldırım


18.03.2013

 

 

 

Bê jimar e, bê jimar e

Mîna peşkê baranê

Tev belav bûn li kolanan

Derdor tije însan e…

Ev çi galegal e, ev hesreta çend salan e ku diherikin û diherikin... Hêzek nepenî evqas mirovan li metropol, bajar û navçe-bajaran (Qızıltepe, Cizirî…) tîne cem hev. Rehmeta barana biharê li ser wan be jî mexdûrên koçberiyê, xizanên bê sol, bê cil û berg kom dibin, di nav govendek ruhanî de xemên xwe ji bîr dikin. Di nav herî û gemarê de li cihên Newrozê dicivin. Zilm û zoriya polîsan nahesibînim. Spaz! ji dewletê re ku Kurdên me kirin 'bajarî'. Bajariyek rezîlî...

Wey, ev ramanên min bi şaşî fehn nekin ha... Belê Newroz ji bo me kurdan cejnek kevneşopiye ye û bi hezar salan e tê pîroz kirin. Bi ser de jî, ji xeynî Kurdan, Faris, Azerî, Tirkên Asyaya Navîn û gelek gelen Asyayî jî ev cejnê pîroz dikin. Ji bilî van gelan, gelê Ermenî û Roman jî bi wateya silavkirina biharê û bereketê bi navê 'hampartsum' û 'xidir îlyas' ev cejnê piroz dikin. Wexta ku ez zarok bûm, li gundên me jî xidir îlyas dihate pîroz kirin. Ev rewş jî gelek normal e, ji ber ku têkiliyê Kurd, Roman û Ermeniyan dîrokî ye û di bin bandora hev de pir mane.

Lê ji bo Kurdan wateya Newrozê hinek cuda ye. Gelê Kurd li çaxên berê Newroz li gund û zozanan cûre bi cûre bi awayekî aramî pîroz dikirin. Hatina biharê bi dilşadî silav dikirin. Lê îro di nav atmosfera şer de ji xeynî pîrozkirinê çalakiyan çêdikin, mexdûrên şer, hêrsên xwe bi awayekî rumetî nîşan dikin. Newroz ji bo Kurdan êdî 'mît'a serhildan û berxwedanê ye. Li van rojan şanogerên Bgst'yê lîstikek bi navê 'Karşılaşmalar' pêşkêş dikin. Di sehneyekê lîstikê de emeleyekî Kurd ji bo Newrozê fikr û ramanên xwe wisa vedibêje: 'Newroz, çalakiyek mîna cejnê, cejnek mîna çalakiyê ye'.

ewr direve, direve

bi tirsa rojê direve

tev belav bûn mij û duman

hukma rojê çi xweş e

Belê di van rojan de, li welêt tîrêjên aşitiyê çavên aşitîxwazan gulpîn dike. Ewrên li ser bihara Newrozê belav dibin. Mirovên bi wijdan ji bo hevratiyek dildar hewl didin. Mînak, ev rojên borî mebûsên Bloka Ked û Azadiyê bi armanca 'aşitîyek civakî' bajarên Behra Reş ziyaret kirin. Xwestin ku Newroz bibe cejna hemû gelan. Ne tenê Kurd, hemû gelên Tirkiyê bicivin, werin cem hev...Her çi qas paramîlîterên dewletê muqades provakasyon çê kirin, mebusan jî navber dan û ev rêwitî avêtin paş, lê dîsa jî gelên Tirkiyê piştgirî dide ev pêvajoya aştiyê. Kes nikare tîrêjên rojê bimiçîne...Ev hesreta çend salan e ku êdî hemî gelên welêt dibêjin 'bes e!'. Mirovan, êşên wek kerenga talik dikin bin axê. Ji bo rojên azad û serfiraz:

em belav kin agirê newrozê

li her derê pîroz kin

li mezopotamya û anatoliya

li behra reş û behra spî

li behra ege û trakya…

 

<< diğer yazılar